Tom Barrack bo VOA: Di Danûstandinên bi Îranê re Pêşî Tevlîhevî, Paşê Çareserî Heye

Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Tom Barrack, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ew bixwe beşdarî danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de yên li Neteweyên Yekbûyî nebûye. Lê belê, ew pêşbînî dike ku ev pêvajo di dawîyê de bigihîje encam û biryarekê.

Dengê Amerîkayê roja Çarşemê 23’yê Îlonê ji Tom Barrack pirsî ku civîna bi şandeya rejîma Îranê re çawa derbas bû û gelo ew li wir amade bû yan na? Nûnerê Taybet ê Serok Trump di bersivê de got: "Ez bi wan re ne civîyam."

Piştre Dengê Amerîkayê ji wî pirsî ka ew çi hêvî dikin di van gotûbêjan de? Wî got: "Ez dibînim ku dê tevlîhevî hebe, lê di dawîyê de dê çareserîyek çêbibe."

Ev gotinên Barrack, rojekê piştî danûstandinên dirêj ên di navbera nûnerên Amerîka û Îranê de hatin.

Ev hevdîtin li New Yorkê, di çarçoveya 81’emîn rûniştina Kombûna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hatibûn kirin.

Ji alîyê xwe ve, nûnerê taybet ê Serok Trump Steve Witkoff da zanîn ku herdu alîyan roja Sêşemê bi hebûna navbeynkarîyê civîyan û xuleke dirêj a danûstandinan bidawî kirin ku "baş û bi hêvî bû."

Serok Trump got ku hevdîtinan nêzîkî sê demjimêran kişand û diyar kir ku ev hevdîtin baş û bi xêr derbas bû. Wî got ku Steve Witkoff û Jared Kushner jî tevlî van axaftinan dibin û di demeke nêz de dê rûniştineke nû ya danûstandinan destpê bike.