Mesûd Barzanî û Tom Barrack li ser Rewşa Sûrîyê Axivîn

Şanderê taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanderê taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack li ser rewşa Sûrîyê axivîn.

Navenda Barzanî ragihandin ku herdu serkirdeyan li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşketinên dawî yên li Sûrîyê nêrînên xwe parve kirin.

Wan li hev kir ku divê xebat ji bo "pêşîgirtina li bêserûberî û şer were kirin û aştî û aramîyê li herêmê werin avakirin”.

Barzanî spasîya xwe ji bo rola Amerîkayê anî ziman û tekezî li ser berdewamîya hevpeymanîya di navbera gelê Kurd û Amerîkayê de kir.

Barrack û Barzanî di gihîştina rêkeftinekê di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, ku şer li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê rawestand, roleke sereke lîstin.

Rêkeftin, vekişîna hêzên leşkerî ji xalên têkiliyê û ketina hêzên ewlehîyê bi çavdêrîya wezareta navxweyî bo bajarên parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanîyê li parêzgeha Helebê û "tevlêbûna gav bi gav" a hêz û sazîyên Kurdî di nav dewleta Sûrîyê de, vedihewîne.