Barrack Pesendkirina Kabîneya Hikûmeta Îraqê Pîroz Dike

Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Sûrîyê Tom Barrack ji bo pejirandina kabîneya hikûmeta Îraqê pîrozbahî li Serokwezîr Elî Zeydî kir.

"Em pêşwazîya serokatîya we ya nû dikin û li benda ajandeyeke nû ya wêrek in ku li gor berjewendîyên hevbeş be: avakirina serwerî, geşepêdan, aştî û Îraqeke geş ku bi cîranên xwe re di aştîyê de ye û ji bo hemû welatîyan derfet û pêşketinê peyda dike.

Parlemana Îraqê roja Pêncşemê bêtirî nîvê postên wezîran ên ku ji hêla serokwezîrê nû Elî Zeydî ve ji bo kabîneya nû hatine pêşniyar kirin, pesend kir.

"Serok Trump, Wezîrê Derve Rubio û Amerîka amade ne ku bi hikûmeta we re ji nêzîk ve bixebitin da ku armancên hevbeş, dewlemendîya gelê Iraqê û nehiştina terorîzmê pêşve bibin. Terorîzm her gav ji bo gelê Îraqê bûye astengîyek."

Di pêvajoya dengdana li ser kabîneyê de, ji 23 wezîran 14 dengên pêwîst wergirtin.

Kabîneya nû wiha ye:

Elî Zeydî – Serokwezîrê Nû yê Iraqê

Fuad Hisên – Wezîrê Derve

Falih Ebdaşî – Wezîrê Darayî

Basim Xidêr – Wezîrê Petrolê

Xalid Şwanî – Wezîrê Dadê

Ebdulkerîm Ebtan – Wezîrê Perwerdeyê

Elî Se'ed Wehîb – Wezîrê Elektrîkê

Mihemed Nûrî – Wezîrê Pîşesazîyê

Musena Temîmî – Wezîrê Çavkanîyên Avê

Sirwa Ebdulwahid – Wezîra Jîngehê

Mistefa Nizar Cuma – Wezîrê Bazirganîyê

Mistefa Sened – Wezîrê Veguhastinê

Ebdil Hisên Mûsewî – Wezîrê Tenduristîyê

Ebdulrehîm Şemerî – Wezîrê Çandinîyê

Wehb Hesenî – Wezîrê Veguhestinê

Piştî zêdetirî şeş mehan ji hilbijartinên giştî yên Îraqê, partîyên siyasî li hev kirin ku hikûmeteke nû ava bikin.