Balyozê Amerîka li Tirkîyê Tom Barrack îro Pêncşemê li Enqerê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed el Şeybanî kir.
Barrack, ku herwiha Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûrîyê ye, di postekê de li ser platforma X'ê got: Di kêlîkekê de ku piranîya herêmê hîn jî di nav nezelalîyê de ye, çîroka Sûrîyê cuda ye."
Dîplomatê Amerîkî got ku "Serok Trump zû nas kir ku Sûrîyê ne pirsgirêkeke divê were birêvebirin, lê belê derfeteke ku divê were bidestxistin."
Barrack diyar kir ku "Ev tiştê ku diqewime ne lihevhatin e, lê ew encama rêbertîyeke bihêz, ji nû ve rêzkirineke herêmî ya wêrek e, dîplomasîya ku bi bûyeran ve tê pêşbirin, û celebekî nêzîkatîya ne asayî ye ku bi kevneşopî tê paşguhkirin."
Ajansa dewletê ya nûçeyan a Sûrîyê (SANA) ragihand ku di civînê de herdu alîyan behsa pêşhatên herêmî û navnetewî kirin û tekezî li ser berdewamîya hevrêzîyê kirin.
Piştî destpêka şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê li 28'ê Sibatê, Sûrîyê bi awayekî fermî got ku ew nabe beşek e ji vê nakokîyê. Tevî vê biryarê jî, komên ser bi Îranê ve çend caran êrîş birin ser axa Sûrîyê, di nav de bingeheke artêşa Sûrîyê û çend bingehên Amerîkî li parêzgeha Hesekê.