Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Sûrîyê Tom Barrack, pêşwazîya daxuyanîyeke hikûmeta Sûrîyê kir, ku dibêje wezareta dadê dijî jimarek kesên ku bi beşdarbûna tûndîya kujer ya sala borî li parêzgeha Suweyda têne tawanbarkirin, dest bi pêvajoya dadwerîyê kiriye.
Barrack di postekê de li ser X'ê daxuyanîyeke hikûmeta Sûrîyê parve kir û got, "Hesabpirsîn kevirê bingehîn ê lihevhatinê ye."
Wî ragihandina ku “kesên tawanbar wê rûbirûyê dadmendîyê bin,” mîna gaveke girîng a ber bi nûveavakina bawerîyê di navbera welatîyên Surîyê de pênase kir.
“Siberoja Suweydayê di Sûrîyayeke serwer de ye, ku gelê Durzî pevçûnan li paş xwe dihêle û wek beşek girîng yê neteweyê ber bi aştîyeke mayînde, derfet û aramîyê ve diçe,” balyoz got.
Di nûçeya ku balyoz Barrack parve kir de, berdevkê komîteya lêpirsîna neteweyî ya bûyerên Suweydayê, parêzer Emmar Îzedîn, radigihîne ku wê wezareta dadê ya Sûrîyê dest bi darizandina jimarek kesên bi tundîya kujer a li Suweydayê bûne, kirîye.
Îzedîn dîyar dike destpêkirina darizandinan veguherînek ji qonaxa destnîşankirina rastîyan bo qonaxa hesabdayîna dadwerî temsîl dike.
Ev gava di demekê de tê, ku gelek niştecîh û rêberên Durzî yên li Suweydayê bawerîyê bi hikûmeta Şamê nayînin.
Ew hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî hikûmetê tawanbar dikin ku di tundîya Tîrmeha 2025’an de dijî sivîlên Durzî kiryarên hovane hatine kirin.
Hin rêberên Durzî dibêjin ku ew desthilatdarîya hikûmeta Ehmed el-Şeri' nas nakin, û îdîa dikin ku parêzgeha wan jiber mebestên siyasî rastî neheqî û binpekirinan tê.
Hêzên hikûmeta Sûrîyê, komên çekdar yên Durzî û çekdarên eşîrên bedewî beşdarî bûyerên kujer yên sala borî li Suweydayê, bûn.
Lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku di wan bûyerên kujer yên li Suweyda de zêdetirî 1,700 kes hatine kuştin û nêzî 200 hezar kes jî koçber bûne.
Di lêkolînak NY de tê destnîşankirin hemû alîyan kiryarên tundîyê pêk anîne ku pêkan e tawanên şer bin.
Rêxistinên mafên mirovan jibo lêkolîn û hesappîrsîna tawanên hemû alîyan ku di nav de endamên hêzên leşkerî û ewlehyê yên Sûrîyê jî hene, banga pêvajoyên serbixwe û şeffaf dikin.
Ji alîyê din ve, hikûmeta serokê demkî Şeri' Suweyda derveyî hilbijartinên parlamena Sûrîyê hişt, bi gotara ku şertên ewlehîyê yên li Suweyda jibo dengdayînê ne guncaw in.
Lê piştre, Şeri' du kes wek parlamenterên Suweyda destnîşan kirin, beyî darxistina ti hilbijartinan. Ev rewş jî nerazîbûn û rexneyên dîjî hikûmeta Sûrîyê li Suweyda zêdetir dike.