Barrack: Ewlekirina Çekên Kîmyayî yên Serdema Esed Gaveke Girîng e

Tom Barrack

Şanderê taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro Pêncşemê ragihand ku dîtina çekên kîmyayî li Sûrîyê gaveke girîng e.

Barrack li ser platforma X’ê got, “Dîtin û ewlekirina çekên kîmyayî yên serdema Esed ên nehatine ragihandin, ji bo Sûrîyeya nû û ji bo ewlekarîya navneteweyî gaveke girîng e.”

Dîplomatê Amerîkî raporteke ajansa Associated Press (AP) parve kir ku behsa dîtina çekên kîmyayî li Sûrîyê dike û got: “Bi saya xebata wêrek a karbidestên Sûrîyê, bi piştgirîya serokê Amerîkayê û hevkarên navneteweyî, gaveke din ber bi jiholêrakirina mîrata hovane ya çekên kîmyayî ji Sûrîyê ve bi carekê ve hatiye avêtin.”

“Sûrîyeke ewletir, serwer û berpirsîyar di berjewendîya gelê Sûrîyê û cîhanê de ye,” Barrack got.

Li gor raporta AP, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî roja Çarşemê di raportekê de got ku di çend hefteyên borî de bi dehan bombe û rokêtên kîmyayî yên ku berê nehatibûn ragihandin û ji dema serokê wê demê Beşar Esed mabûn, li wî welatî hatine dîtin.