Balyozê Amerîka li Tirkîyê Tom Barrack pesna proseya aştîyê ya li Tirkîyê da û got ku niha li Tirkîyê pisporên pir baş hene ku rolekê di vê proseyê de dilîzin.
Barrack di bersiva pirseke rojnamevan Sînan Tuncdemîr de li dor proseya aştîyê ya di navbera Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, got: "Di bin serokatîya Erdogan de, kesên pêbawer hene, wekî Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin, ku di hewldana avakirina têkilîyekê de bi Ocalan û Kurdên din re karekî mezin kirine."
Barrack, ku li New Yorkê tevlî kombûne Neteweyên Yekbûyî ya li dor Sûrîyê bû, got "Ez bawer im hîn rêyeke dirêj li pêş e."
Dîplomatê Amerîkayî, ku herwiha şanderê serok Doland Trump ji bo Sûrîyê ye, behsa rewşa Kurdan li herêmê kir û got, "Ew hemû perçeyên têgihîştinên nerast in di nav çar welatên sereke yên ku Kurd lê dijîn. Ev derfetek e ku ew hemûyan bînin cem hev û bihêlin ew jiyana ku ew dixwazin bijîn ji xwe re diyar bikin."
Wî mînaka rewşa Kurdên Sûrîyê anî ziman û diyar kir ku "Ez ji bo Kurdan hêvîdar im, û Sûrîyê mînakeke mezin a vê yekê ye."
“Entegrasyona bi HSD'ê û Kurdên Sûrîyê û Mezlûm re baş diçe. Em dizanin pir zehmet e ku mirov di rewşeke dijberîyê de û di demeke kurt de bi alîyê din re lihev bike, lê ew karekî baş dikin."
Dîplomatê Amerîkî herwiha anî ziman ku wî vê dawîyê doseya Îraqê jî wergirtîye û ew Barzanî û Talebanî û Kurdan û dîrok û mîrata wan bi bilindî dinirxîne.
"Tenê mixabin. Bi demê re, wan qet dewleta xwe nedîtine. Ji ber vê yekê ez tê digihêjim çima ew bêhêvî ne. Lê hêvî ew e ku niha ew bi welatên xwe re entegre bibin û ew serfirazîya ku heq dikin bibînin."