Barrack: Derfeta Herî Baş ku Kurd Tevlî Dewleta Sûrî Bibin Nuha Ye

Tom Barack, Şanderê Amerîka bo Sûrîyê.

Şanderê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack ragihand ku baştirîn derfet bo Kurdan li Sûrîyê niha di veguhestina piştî rejîma Esed de li jêr hikûmeta demkî ya serok Ehmed Şeri' e.

Di daxuyanîyeke dirêj de, Barrack îro Sêşemê got ku “ev kêlîk rêkekê ji bo tevlîbûna tevahî li nav dewleteke Sûrî ya yekbûyî pêşkêş dike, ligel mafên welatîbûnê, parastina çandî û beşdarîya siyasî. Ev hemû bo demeke dirêje li jêr rejîma Beşar Esed, dema ku Kurd rastî bêwelatîbûn, astengkirinên ziman û cudakarîya sîstematîk dibûn.”

Barrack, ku di heman demê de balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, herwiha got ku “hebûna leşkerî ya Amerîka li bakur-rojhilatê Sûrîyê bi giştî bi wê mebesta hevparîya dijî Daişê bû. Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), bi serkêşîya Kurdan, îsbat kir ku ew hevpara herî karîger bû li ser erdê di têkbirina xîlafeta Daişê sala 2019an û girtina bi hezaran çekdarên Daişê û endamên malbatên wan li zindan û kampên wekî Hol û Şedadî. Di wê demê de, dewleteke Sûrî ya navendî ya karîger tune bû ku hevparî ligel were kirin. Rejîma Esed lawaz, dabeşkirî, û ne hevparekî piştrast dijî Daiş bû ji ber hevpeymanîyên wê ligel Îran û Rûsyayê.”

Diplomatê Amerîkayî di dirêjahîya daxuyanîya xwe de got, “îro rewş bi tevahî hatiye guhertin. Sûrîye niha hikûmeteke navendî ya pênasekirî heye ku tevlî Koalisyona Navnetewî ya Têkbirina Daiş bûye, ku nîşana guhertinekê bi bi alîyê welatên Rojavayî de û hevkarîya ligel Amerîka di warê dijî terorê ye. Ev yek mentiqê hevparîya Amerîka û HSDê diguherîne: armanca bingehîn wekî hêza serekî ya dijî Daişê li ser erdê bi piranî dawî lê hatiye, li vê dema ku Şam niha viyan heye û di wî cihî de ye ku berpirsîyên ewlekarî bîne ser milên xwe, di nav de jî kontrolkirina girtîgeh û kampên Daişê.”

Barrack da zanîn ku Amerîka hewl dane ku vê ji vê veguhestinê re xweş bike, li şûna ku roleke cuda ya HSD dirêj bike. Wî got, Amerîka bi awayekî çalak ligel hikûmeta Sûrîyê û rêbertîya HSDê danûstandin kir ji bo misogerkirina rêkeftina tevlîkirina ya ku 18ê meha Çileyê Paşîn hate îmzekirin.

Şanderê Amerîkayî got ku rêkeftina dawî şervanên HSDê wekî takekes tevlî artêşa niştimanî dike, û ev jî wekî yek ji xalên herî kêşabar dimîne. Ji bilî wê, radestkirina binesazîya, wekî zevîyên neftê, bendav û derîyên sînorî, ligel jidestdana kontrola zindan û kampên Daişê bo Şamê. Di xaleke din de, Barrack got ku Amerîka ti berjewendî bo hebûneke leşkerî ya dem-dirêj. Washington têkbirina bermayên Daiş, piştgirîya lihevhatinê û pêşebirina yekîtîya niştimanî bêyî piştgirîya cudakarî û federalîzmê dide pêş.

Di dawîya daxuyanîyê de, balyozê Amerîkayî got ku "ev yek pencereyeke bêhempa ji Kurdan re peyda dike: tevlêbûna nav dewleta Sûrî ya nû mafên tevahî yên welatîbûnê dide (wan kesên ku berê bê nasname bûn), pênasînkirina wekî beşekî serekî li Sûrîyê, parastinên destûrî ji bo ziman û çanda Kurdî (wekî fêrkirina bi Kurdî û pîrozkirna Newrozê wekî cejneke niştimanî), ligel beşdarîya di hikumranîyê de."