Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî Pêwendîyeke Telefonî Pêk Tînin

Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî

Partîya Demokrata Kurdistanê îro Yekşemê ragihand ku serokê partîyê rêzdar Mesûd Barzanî û femandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê bi hev re axivîne.

Komîteya peywendîyên derve ya PDK di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got,”Roja Yekşemê 25'ê Çile ya 2026'an, Serok Mesûd Barzanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)' ê General Mezlûm Ebdî re pêwendiyeke telefonî pêk anî.”

“Di vê pêwendîyê de, herdu serkirdeyan li ser pêşhate û guhertinên dawî, û her wiha rewşa heyî ya li Sûrîyê û Rojava (Rojavayê Kurdistanê) nêrînên xwe parve kirin,” Daxuyanîyê got.

Barzanî di van rojên dawî de, li gel şanderê Amerîkî bo Sûrîyê Tom Barrack û alîyên din ên peywendîdar roleke berbiçav di hewlên çareserkirina nakokîyên HSD’ê û hikûmeta Demkî ya Sûrîyê de lîstîye.

Wî hêvîyên xwe anîne ziman ku şer, alozî û rageşîyên heyî di zûtirîn dem de rawestin, û hemû alî vegerin ser maseya diyalogê ji bo çareserkirina nakokîyan û bidestxistina aramîyê di navbera alîyên Sûrîyê de.