Barzanî û Barrack ji bo Sûrîyê bi Telefonê Diaxivin

Tom Barrack û Mesûd Barzanî. Jêder: Baregeha Barzanî.

Baregeha Barzanî Îro Înê ragihand ku serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Tom Barrack, balyozê Amerîka li Tirkiyê û şanderê taybet ê Amerîka ji bo Sûrîyê bi telefonê bi hev re axivîn.

Daxuyanîya baregehê anî ziman ku “herdu berpirsan nêrînên xwe li ser rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê, herwiha pêşketin û alozîyên dawî yên li Sûrîyê û Helebê bi hev re parve kirin.”

“Di heman axaftina telefonî de, her du alîyan tekez kir ku divê her hewlek ji bo bidawîanîna alozîyan û normalkirina rewşê were dayîn û gavên cidî ji bo bidestxistina ewlehî, aramî û aştîyê werin avêtin,” daxuyanîyê got.