Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ê, û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Pêncşemê 5ê Sibata 2026an li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Tevgera Siberojê (Xed) a Sûrîyê Ehmed Cerba kir.
Baregehê Barzanî di da daxuyaniyekê de got ku di civînê de her du rêberan rewşa Sûriyê û pêşketinên dawî gotûbêj kirin.
Bi guhertinên dawî yên li Sûrîyê re, Mesûd Barzanî, di hewldanên aştîyê û danûstandinên di navbera alîyan de li Hewlêrê roleke girîng lîstîye.
Barzanî çend caran bi Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî û Şanderê taybet ê Amerîka li Sûrîyê Tom Barrack re li Hewlêr kom bûye.
Barzanî îro Pêncşemê di 11emîn Konferansa Tenduristîyê ya Mezopotamyayê de axivî û behsa hewldanên xwe yên ji bo rawestandina şerekî mezin li Sûrîyê kir û hêvî xwestin ku di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û HSD'ê de lihevkirinek çêbibe û rêkeftin serkeve.
"Spas ji bo hemî alîyan ku şer berfirehtir nebû, û ew şer nebû şerekî di navbera Kurd û Ereban de, dikarî bû ku tiştên xerab çê bibin, niha jî rêkeftinek di navbera birayên me yên Kurdên rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûrî de çêbûye, hêvîdarên serkeve û berdewam bibe," Barzanî got.
"Li vir pêwîst dibînim ku spasiyên xwe yên bêdawî pêşkeşî her kurdekî bikim, ji bo wê yekîtî û netewparêzîya gelê me ku bi ti tiştek nayê teqdîrkirin, ku çend buhadarî û çend hêz da me hemîyan."
Barzanî hêvî xwestin ku yekîtî û yekrêzîya kurdan berdewam bibe.
Mesûd Barzanî, di destpêka vê hefteyê de jî, bi têlefonê bi Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê HSD’ê re axivîbû.