Mesûd Barzanî Êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê Şermezar Dike

Masoud Barzani

Serokê Parîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro Sêşemê di daxuyanîyekê de êrîşa ser gundê Zergezoy yê parêzgeha Hewlêrê şermezar kir.

Dezgeha Dijî Terorê ya Kurdistanê di postekê de li ser Facebook'ê ragihand ku di êrîşeke dronan de ku ji Îranê ve hatine avêtin doh Duşemê endamekî pêşmerge û hevjîna wî di mala xwe de hatin kuştin.

Di daxuyanîyekê de ku nivîsgeha peywendîyên derve ya PDK'ê li ser platforma X’ê belav kir, Barzanî got: "Şeva borî, careke din, Herêma Kurdistanê rastî êrîşeke neheq hat. Mixabin, di encama vê êrîşa dronî ya Îranê de, du sivîlên bêguneh ên gundê Zergezoy yê parêzgeha Hewlêrê şehîd bûn.”

Serokê berê yê Herêma Kurdistan got, "Ev karekî gunehkarî û zordarî ye, ku tê de welatîyên bêguneh ên Kurdistanê bi awayekî hovane û bêmaf hatin armancgirtin."

“Şehîdbûna van herdu sivîlên bêguneh dilê me tijî êş û xemgîniyeke kûr kir. Ez sersaxî û hevxemîya xwe ji malbat û hezkirîyên herdu şehîdan re dixwazim. Bila Xwedayê Mezin cihê herî bilind di bihuştê de bide wan,” Barzanî got.

Serkirdeyê Kurd anî ziman ku kuştina rûniştvanê sivîl ên Herêma Kurdistanê “ti mêrxasî û rûmetê nîşan nade. Vîyana gelê Kurdistanê ji hemû gef, êrîşên dronan xurttir e, û ew ê ti carî neyê şikandin. Gelê Kurdistanê bawerîya xwe bi Xwedê tîne û di doza xwe ya dadperwer de bi israr dimîne.”