Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvarîya roja Çarşemê di hesaba xwe ya Xê de daxuyanîyek weşand û got, "Li Bexdayê min bi Serokwezîr, birayê xwe Elî Zeydî re civînek pêkanî."
Serokê Herêmê got "Me rewşa giştî ya welêt û pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne nîqaş kirin, her weha me pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî û bandorên wan li ser Îraqê nirxandin."
Di daxuyanîya Barzanî de hat gotin ku, piştgirî û pabendbûna herêmê ji bo hewldanên hevbeş ji bo misogerkirina pêkanîna serketî ya bernameya hikûmetê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemû beşên gelê Îraqê bike, piştrast kir.
Serokê Herêmê got jî, "Me her wiha tekezî li ser bicihanîna sozên ku me dane gelê xwe kir, di derbarê reformên aborî yên berfireh, hebûna çekan tenê di dest dewletê de, xurtkirina ewlehî û aramiyê, xurtkirina pêvajoya pêşkeftinê û baştirkirina asta xizmetguzariyan, me gotûbêj encam dan."
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê destpêka hefteyê serdana Sûriyê kirbû û bi serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri' re li Koşka Gel li Şamê hevdîtin pêkanî bû.