Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di serdana xwe ya Îtalya de bo roja duyemîn hevdîtin bi karbidestên wî welatî re didomîne.
Barzanî piştî ku do Çarşemê bi serdanekê gihiştibû Îtalyayê, li Roma ligel Wezîrê Derve Antonio Tajani û paşê li Vatîkanê bi papa Leo hevdîtin çêkiribûn.
Barzanî îro Pêncşemê li Romayê bi Wezîrê Berevanîya Îtalyayê Guido Crosetto re hevdîtin pêk anî.
Rêberê Kurd li Romayê derbarê rewşa Kurdan û alîkarîya Ewrupîyan, bi taybet a Îtalayayê, bo gelê Kurd û rewşa Rojava ji rojnamevanan re got, "Bo me, ji her tiştî pîroztir keramet û hebûna Kurdan e, her tiştek pêwîst be bo parastina kerameta gelê Kurdistanê, em amade ne bikin."
"Pêşî min silav hene bo tevahîya gelê Kurdistanê, ku aram bin heta eger bikevin jêr fişarên gelek mezin jî, lê gelê Kurdistanê dê her bimîne, û dê hewl bidin ku xelkê Kurdistanê, bi taybet li Rojava parastî bin, û baştirîn rê ew e ku pirsgirêk bi aştî çareser bibin."
Di hevdîtinan de karbidestên Îtalî pesna herêma Kurdistanê dan ji bo rewşa bi hevrejiyan û tenahî li wê herêmê ku tê de pêkahteyên olî û etnîkî bi şêweyekî aram bi hev re dijîn.
Barzanî di çarçoveya serdana xwe de got ku civîna bi Crosetto re li ser "rewşa Rojava û hemû pêşketinên têkildar" bûn, û tekez kir ku alîyê Îtalyayê "bi tevahî ji rewşê haydar e."
Baregeha Barzanî daxuyanîyek ser hevdîtina Barzanî bi wezîrê derev û cîgirê serokwezîrê Îtalya weşand û got, "Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, Mesûd Barzanî û birêz Antonio Tajani civîyan. Di wê civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên herêmê û Sûrîyê bi giştî û metirsîyên ji nû ve derketina Daişê hatin gotûbêjkirin."
Daxuyanî herwiha diyar kir ku "tekez li ser girîngîya çareserkirina pirsgirêk û alozîyan bi rêya diyalog û gotûbêja aştiyane kirin, ku dûrî tundûtûjî, şer û pevçûnan bin."