Mesrûr Barzanî Pesna Hêzên Amerîkî Dide

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîneke taybet de bi kenala Sky News re got: "Ger mafên destûrî yên Kurdan bi tevahî werin dayîn, ew ê hewcedarîya lêgerîna çareserîyên din nemîne. Divê Kurd jî wek Ereb, Faris û Tirkan xwedî mafên wekhev bin."

"Em her gav beşek in ji çareserîyê, qet ne beşek in ji pirsgirêkê," Mesrûr Barzanî got.

Ser pirsa Sky News a derbarê ewlehîya li herêmê, Barzanî pesna hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîya Navnetewî ya li dijî Daişê li herêmê û Îraqê da.

Barzanî diyar kir ku bicihkirina hêzên Amerîkî ji aliyê hemû Îraqîyan ve, ne tenê Kurdan bi tenê, ji bo şerê li dijî Daişê hatiye xwestin.

Wî spasîya xwe ji bo rola hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê anî ziman, bi taybet di piştgirîya hêzên Kurdî de ku di pêşengîya şerê li dijî Daişê di rêzên pêşîyê de bûn.

Barzanî hişyarî da ku tevî windakirina kontrola axê, lê Daiş bi tevahî nehatiye têkbirin. Wî da zanîn ku şaneyên razayî yên Daişê, bêaramî li Sûrîyê çêkirîye, bi taybetî piştî berdana gelek çekdarên girtî û ew wekî xetereyên berdewam destnîşan kir.

Wî got, "Gefên Daişê pir cidî ne," û hişyarî da ku komên tundrê di nava jîngeh û herêmeke ku nedadwerî, xizanî, newekhevî û rêveberîya qels serdest in, dê geş dibin.

Serokwezîr got " Herêma Kurdistanê bawer dike ku alîkarîya berdewam hîn jî ji bo têkbirina tevahî ya terorîzmê pêwîst e."

Derbarê pirsa nasnameya kurdan li herêmê, Mesrûr Barzanî got, "Xwedê ez wek kurdek dame û ez bi wê şanaz im."

Brazanî dide zanîn ku netewa Kurd li Îraq, Sûrîyê, Îran û Tirkîyê heye û divê kurd ligel welatîyên wan civakan û hikûmetan di maf û erkên xwe de yeksan û wekhev bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berpirsên Amerîkî û welatên rojavayî çend carî tekezî li ser mafên kurdan kirine.