Serokwezîrê Herêma Kurdistan û Hevtayê Xwe yê Kuweytê Rewşa Herêmî Gotûbêj Dikin

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Şemîyê got ku wî peywendîyeke telefonî bi Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Ebdullah el-Sabah re kiriye.

Barzanî di daxuyaniyekê de got ku wan di peywendîyê de "rewşa giştî û alozîyên li herêmê" gotûbêj kirin û nîgeranîyeke kûr li ser "êrîş û alozîyan" nîşan da.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got ku "me tekez li ser pêwîstîya bihêzkirina kordînasyonê kir ji bo kêmkirina alozîyê û parastina aştî û aramîyê li herêmê."

Ev gotûbêj di demekê de tê ku Îran êrîşên xwe yên mûşek û firokeyên bêmirov li ser welatên herêmê zêde kiriye, ji destpêka operasyona Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve.

Operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kir bi mebesta astengkirina tevgerên êrîşkar ên Îranê li herêmê û sînordarkirina şiyana wê ya bidestxistina çekên navokî û mûşekan.

Di encama operasyonê de gelek rêberên payebilind ên Îranê hatine kuştin, di nav de Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xamineyî. Artêşa Amerîkî gotiye ku hêza deryayî ya Îranê hatiye wêrankirin.