Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê ligel Papa Leo Civîya

Pope Leo û Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê li Vatîkanê ku ligel Papa Leo civîya.

Nêçîrvan Barzanî li ser platforma X'ê derbarê civîna xwe ya ligel Papa de diyar kir ku wî tekez kirîye ku Mesîhî û hemû civakên olî, ne tenê beşekî girîng ji dîrok û nasnameya Kurdistanê ne, lê belê ew siberoja wê jî ava dikin.

Barzanî herwiha tekez kir ku “parastina maf, rûmet û jiyana bi aştî ya Mesîhîyan li ser axa bav û kalên wan, dê her dem wekî erkê me bimîne.”

Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku "Îraq û Herêma Kurdistanê pir qîmetê didin serokatîya Vatîkanê û rola wê ya girîng a ji bo aştî û bi hev re jiyanê li cîhanê."

Di dawîya peyama xwe de, Barzanî serdana dîrokî ya Papayê koçkirî, Papa Francis a bo Îraq û Kurdistanê bi bîr anî û daxwaz ji Papa Leo kir ku serdana Kurdistanê bike.

Li gor serkirdeyê Kurd, armanca vê hevdîtinê xurtkirina peywendîyên Herêma Kurdistanê ligel Vatîkanê bû.