Serokwezîrê Îraqê Êrîşa ser Mala Serokê Herêma Kurdistanê Şermezar Dike

Mala Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê îro Şemîyê bû armanca êrîşeke dronan ji alîyê komên çekdar yên Îraqî ve ku Îran piştgirîya wan dike.

Çavkanîyeke agahdar ji Dengê Amerîka re got ku ti ziyanên giyanî ji ber êrîşê çênebûne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El Sûdanî êrîş şermezar kir û pesnê "helwesta welatparêzî ya Nêçîrvan Barzanî û rijdîya wî ya ji bo xurtkirina yekîtîyê di navbera hemû pêkhateyên Îraqê de" da.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê got ku Sûdanî ferman daye ku "tîmeke ewlekarî û teknîkî ya hevbeş ji dezgehên ewlekarîyê yên têkildar ên hikûmetên federal û herêmê" were avakirin da ku bûyerê vekolîn bike, tawankaran nas bike û hemû tedbîrên qanûnî li dijî wan bigire.

Ofîsa medyayê ya Sûdanî tekez kir ku serokwezîrê Îraqê pabend e rê li ber "her alîyekî neqanûnî, çi herêmî yan navnetewî, bigire ku Îraqê bikişîne nav nakokîyên li deverê."

Serokatîya Herêma Kurdistanê heta dema amadekirina vê nûçeyê ti daxuyanî derbarê êrîşê nedaye.

Ji destpêka operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê ve, Îran û komên girêdayî wê hema rojane ji axa Îraqê êrîşên dron û mûşekan li dijî Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Êrîşên îro li ser parêzgehên Duhok û Hewlêrê pêk hatin piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan nameyeke pîrozbahîyê ji Serok Donald Trump wergirtîye.