Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê Beşdarî Konferansa COP31'ê Bû

Konferansa Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ya li Antalya ya li bakurê rojavayê Tirkîyê

Konferansa Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ya li Antalya ya li bakurê rojavayê Tirkîyê li dar dikeve îro Çarşemê dest bi hilcivîna rêberan kir.

Tirkîye û Australîa îsal hevseroktîya konferansê dikin.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî li COP31’ê kir.

Do Sêşemê, Seroktîya Herêma Kurdistana Îraqê ragihandibû ku Barzanî bi vexwendineke fermî ya Erdogan diçe Antalya.

Li gor daxuyanîya seroktîya herêmê, Barzanî îro bi Guterres re civîya.

Daxuyanî dîyar dike ku Barzanî û Guterres ser danûstandinên Hewlêr û Bexda peyivîne.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku Barzanî û Guterres ser alozîyên dawî yên li herêmê jî axifîne û her du alîyan ser girîngîya parastina aramîya herêmê li hev kirine.

Barzanî bi Serokomarê Sûrîyê Ehmed Şeri' û bi alîkarê serokomarê Tirkîyê Cevdet Yilmaz ra jî civîya.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwazîya rêberên cîhanê kir û berî konferansê tevî rêberan wêne girt.

Erdogan jî di axaftina xwe de got ku divê di têkoşana guherîna avûhewayê de welatên pêşveçûyî bo budçeyê zêdetir berpirsîyan bigirin ser milên xwe.

Ajansa Anadolu ya Tirkîyê radigihîne ku 102 serkirde ji 95 welatan beşarîyê li konferansa li Antalya dikin.