Barzanî Spasîya Amerîka Dike û Daxwaza Parastina Binesazîya Enerjîya Herêmê Dike 

Wêne ji arşîvê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Înê ragihand ku di axaftineke telefonî de ligel Wezîre Navxwe ya Amerîkayê Doug Burgum, wan behsa hevkarîya di warê enerjîyê de kirîye.

Barzanî di postekê de li ser X'ê spasîya piştevanîya berdewam a Washingtonê bo Herêma Kurdistanê kirîye.

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum di heman demê de serokatîya Civata Niştimanî ya Bilind a Enerjîyê jî dike.

Hikûmeta Herêmê ragihand ku her du alîyan li ser pêşxistina karên enerjiyê axivîn. Wê herwiha diyar kir ku rola kompanyayên Amerîkî di bihêzkirina pîşesazîya enerjîyê ya Kurdistanê de gelek girîng e.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Serokwezîr spasîya piştevanîya Amerîkayê kir; herwiha daxwaza parastina Herêmê û rawestandina êrîşên terorîstî yên li ser binesazîya enerjiyê kir.

Barzanî herwiha tekezî li ser dilsozîya Herêma Kurdistanê bo pêkanîna aştî û geşepêdana herêmî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku herdu alîyan li ser rewşa ewlekarî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê kir, li vê dema agirbesta navbera Amerîka û Îranê.