Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongresê Hamadeh Rewşa Herêmê Gotûbêj Dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Civata Nûneran a Amerîkayê Abraham Hamadeh

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani roja Duşemê êvarê bi rêya telefonê bi Endamê Kongresa Amerîkayê Abraham Hamadeh re li ser pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn axivîn.

Serokatîya Herêma Kurdistanê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek derbarê hevdîtinê weşand û got "Her du aliyan li ser encam û karîgerî û pêşketinên dawî, bi taybetî li ser Îraq û Herêma Kurdistanê, nêrînên xwe parve kirin."

Daxuyanî dibêje, her du aliyan girîngiya domdar a piştgiriya Kongresa Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warên cûda de tekez kirin.

Her du rêberan her wiha li ser rola Herêma Kurdistanê di parastina aştî û aramiyê de axivîn, û rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên bi welatên cîran re û mijarên din gotûbêj kirin.

Hamadeh endamekî Komarî yê ciwan ê Civata Nûnerên Amerîkayê ye herwiha bi "Abe Hamadeh" jî tê naskirin ku bi çalakbûna xwe ya li ser mijarên wekî siyaseta derve, ewlehiya sînor û mijarên Rojhilata Navîn tê nasîn.