Tirkîye Dibêje Ewê Bingeha Zilêkanê Gav bi Gav Radestî Îraqê Bike

Iraq

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku ewê bingeha Zilêkan a devera Başîqayê li Mûsilê bi awayekî rêjeyî radestî Îraqê bike.

Wezaretê di preskonferansa xwe ya heftane de ev agahî ragihand û sedema radestkirinê wek pêşketinên ku hikûmeta navendî ya Îraqê jibo xurtkirina serwerîya dewletê li Şengalê rave kir.

“Em bawer dikin ku ev gav wê jibo asayîbûna herêmê, avakirina hawîrdoreke ewle û aram û herêmek bê terror, bibin alîkar,” berdevkê wezaretê general Zekî Akturk got.

Artêşa Tirkîyê ji 2015’an û vir ve hêzên xwe li bingeha Zilêkanê bicîh kirine. Enqere dibêje ku hêzên wê li ser daxwaza Îraqê û di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina Daîşê de li bingehê hatine bicîh kirin.

Akturk da zanîn ku “li gor mekanîzm û dema diyarkirî ya lihevkirî, wê bingeha Başîqa-Zilêkan gav bi gav were radestkirin bo desthilatdarên Îraqê.”

Lê Akturk jibo vekişîneke tevahî ya hezên Tirkîyê an jî radestkirineke tevahî demeke taybet eşkere nekir.

Wî herwiha got ku Tirkîye wê piştgirîya xwe a ji bo ewlehî û aramîya Îraqê bidomîne.

“Di peywendîyên siberojê de, tê plankirin ku jibo bêtir xurtkirina hevkarîya leşkerî û ewlehîyê ya di navbera di navbera Tirkîye û Îraqê de gav werin avêtin,” wî got.

Berdevkê wezareta berevanîya Tirkîyê diyar kir ku wê Tirkîye di çarçoveya peymanên dualî de ji artêşa Îraqê re di warên xurtkirina kanîn û perwerdehîya leşkerî, parvekirina ezmûn, pisporîya dijî terorê û hevkarîya di pîşesazîya berevanîyê de, piştgirîya xwe bidomîne.