Li nêzî navendeke polîsan ya li Çabahar ya li başûrê Îranê bi maşîneyeke bombebarkirî êrîşek pêk hat.
Di êrîşê de bi kêmî ve sê kes hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Medya fermî ya Îranê ser êrîşê got ku ‘’êrîşeke terorî’’ ye
Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe.
Çabahar li sînorê Afganistan û Pakistanê ye û girêdayî eyaleta Sîstan-Belucîstanê ye.
Li eyaletê komên Belucî yên serxwebûnê dixwazin çalakîyan li dar dixin.
Herwiha komên cîhadî jî di ser wir re derbazî welatên li wan sînoran dibin.