Rêberê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Bayram Bozyel, dibêje hebûna Kurdistana Îraqê ji bo hîviya gelê Kurd, faktorekê pir giring e.
Şandeka Partiya Maf û Azadiyan serdana Herêma Kurdistana Îraqê dikin û di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Bozyel behsa merem û karnama serdana xwe bo herêmê dike.
Birêz Bozyel dibêje, em herdem piştgîriya pêvajo û destkeftên Herêma Kurdistana Îraqê dikin û dixwazin ku ev destkefte bihêztir bibin.
Rêberê HAK-PAR’ê her wiha got ku li Kurdistana Îraqê gelek pêşveçûnên ber bi çav hene, lê pêşveçûna herî giring di qada demokrasî û azadiyê de ye.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Bozyel re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.