Bihayê Neftê Daket û Bazarên Amerîkayê Bilind Bûn

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawîya hefteyê de ragihand ku Amerîka û Îran dê rêya dîplomasîyê ji bo çareserkirina alozîyê bişopînin, bihayê neftê li cîhanê daket.

Serokê Amerîkayê roja Şemîyê li ser platforma Truth Social ragihand ku Amerîkayê êrîşên li ser Îranê rawestandine. Lê wî du merc danîn: Divê Îran Tengava Hormuzê bi tevahî vebike û dev ji çêkirina çekên navokî berde.

Roja Yekşemê Serok Trump jî got ku wî li ser daxwaza welatên Rojhilata Navîn razî bûye ku "êrîşa herî mezin a ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve" bide sekinandin.

Piştî van pêşveçûnan, bihayê petrola xav a Brent ji rêjeya 5% daket û bi $83 dolaran ji bo bermîlekê di bazarê de hat firotin.

Bihayê petrola xav a West Texas Intermediate a Amerîkayê jî rêjeya 6% daket û bi $79 dolaran ji bo bermîlekê tê firotin.

Ev geşedanên di şerê navbera Amerîka û Îranê de bûn sedem ku bazarên borsan yên Amerîkayê jî bilind bibin. Bihayê Dow Jones ji rêjeya 1.26%, anku 53,121 xal, zêde bû. S&P 500 û Nasdaq jî nêzîkî 1% zêde bûn.

Trump îro Duşemê li ser platforma Truth Social got, Îran qebûl bike an neke, em niha ji bo pirsgirêka ku wan bi dehan sal e çêkirîye çareserîyekê nîqaş dikin. Wî herwiha got ku Îran ti carî nabe xwedîya çeka navokî.