Rojnamevan Ertaş Nirxandina Hilbijartinên Tirkîyê Dike

Di hevpeyvîna Dengê Amerêka de Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcle Mehmet nirxandina hilbijartinên herêmî li Tirkîyê dike.

Ertaş dibêje, berevajîya gelek texmînan AKP di hilnijartinan de serketî bû, lê CHP şikestinek mezin xwar.

Rojnamevanê Kurd BDP'ê di hilbijartinê de serketî dibîne, lê dîyar dike ku derfet hebû partîya Kurdan pirtir şaredarî wergirtana.

"Bingeha serkeftineke mezintir hebû, lê jiber ku BDP'ê nekarîbû bibe bersîva daxwazên gel, serkeftina wê sînordar ma."

Your browser doesn’t support HTML5

M_Alî_Ertaş_4_4_14_RR