Behreyn Rojnamevanê Girtî Azad Dike

Bloggerê Behreynî Mahmud El Yusif

Karbidestên Behreynî rojnamevanekî navdar yê înternetî azad kir ku di blog'a xwe de rexne li sîyaseta azadîya ramanê ya hikûmeta Behreynê digirt.

Karbidestên Behreynî, bizavkar Mahmud El Yusif roja Çarşemê desteser kir û piştî lêpirsîn ew serbest kir.

Partîya serekî ya Şîayan dibêjê, desthilatdarên Sunnî zext û giwaştinên li ser bizavkarên hevrik zêde kirine û bêtirî 300 kes hatine desteser kirin, ji 16'ê Adarê ya destpêbûna xwepêşandanên demokrasîxwaz vir ve.

Partîya Wefaq dibêje, 24 bizavkar hîn jî hinda ne.

Wezareta Navxweyî ya Behreynê ragihandibû, di xwepêşandanên dijî hikûmetê de 24 kes hatibûn kuştin.

Xwenîşanderên hevrik daxwaz dikin ku hikûmeta bi rêbertîya Sunnîyan karvekêşana xwe bide û sîstemek nû ya sîyasî bête ava kirin ku pirtir derfet dide Şîayên piranî.