Li Belarûsya Protestoyên Dijî Lukashenko Îro ji Didomin

Protestoyên li Belarûsê, ku piştî hilbijartinên hefteya borî destpê kiribûn, didomin.

Bi hezaran xwenîşanderên dijî Serokê Belarûsê Alekesender Lukashenko îro Yekşemê li Mînsk ya paytext kom bûn.

Lukashenoko jî li heman bajarî bi alîgirên xwe re kom bû û axifî.

Xwepêşandanerên dijî Lukashenko ji wî xwestin ku karvekişîna xwe ragihîne û ji hikûmetê jî xwestin ku hilbijartinan jinûve çêke.

Berbijara opozîsyona sereke ya Belarûsê Svetlana Tikhanovskaya, ku piştî encamên hilbijartinê revîbû Lîtvanya, bang li alîgirên xwe kiribû ku roja Yekşemê protestoyên girseyî li dar xin.

Lukashenko bangên ser jinûve lidarxistina hilbijartinan red kir û ser xwepêşandanerên dijî wî got ku ‘’koremişk’’ in.

Wî dîyar kir ku NATO li sînorên Belarûsê enîyên leşkerî çêdike û ji gel xwest ku berevanîya serxwebûnê bikin, lê NATO bi daxuyanîyekê ew îdîay^ne ser enîyan red kir.

Li gor encamên eşkerebûnî, Lukashenko di hilbiajrtinan de 80 ji sedê dengan û Tikhanovskaya jî 10,12 ji sedê dangan sitandibû, lê wê encam qebûl nekiribûn û gotibû ger deng bi rêkûpekî werin jimartin ewê di navbera 60 û 70 ji sedê dengan bistîne.