Almanya Dibêje Belge Nîşan Didin ku Êrîşkarê Berlînê Îslamîst e

Deadly vehicle crash into crowd near Berlin's annual CSD parade

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Alexander Dobrindt roja Yekşemê got ku hemû belgeyên derbarê êrîşa şeva Şemîyê li pîrozbahîya rêveçûna Şanazîyê (Pride) li Berlînê de heta niha nîşan didin ku êrîşeke terorîstî ya Îslamîst e.

Dobrindt di konferanseke rojnamevanî de li nêzîkî cihê êrîşê got, "Em li vir bi sûcdarekî gumanbar re mijûl dibin, ku berê bi hejmareke mezin ji sûcan, radîkalîzm û girêdana bi cîhana Îslamîst re bal kişandibû ser xwe."

Wî got ku 16 wîlayetên Almanya jî li ser êrîşê hatin agahdarkirin û ew hatin şîretkirin ku tedbîrên xwe yên ewlehîyê ji bo boneyên mezin, di nav de jî pîrozbahiyên din ên bi navê Pride, ji nû ve binirxînin.

Dobrindt anî ziman ku "Ne dûr e ku kiryarên wiha tirsnak, êrîşên wiha terorîstî, dikarin îlhamê bidin kesên din jku ew jî êrîşan bikin."

Di êrîşa roja Şemîyê de ku kesê êrîşkar bi otomobîlekê ajotibû nav qerebalixa rêveçûna Pride li Berlînê, kesek hat kuştin û herî kêm 16 kesên din jî birîndar bûn.