Washington —
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro Pêncşemê got ku rejîma Îranê çavkanîyên xwe yên darayî li ser fînansekirina komên terorîst xerc dike.
Bessent di postekê der li ser X'ê got: "Di demekê de ku gelê Îranê di ber xwe dide da ku pêdivîyên serekî dabîne bike, rejîma gendel pereyên pir ji derveyî welêt winda dike."
Wezîrê Xezîneyê herwiha diyar kur ku "Li şûna ku bi milyaran dolar li bigihîne komên xwe yên terorîst, divê rejîm wî pereyî li ser xelkê xwe xerc bike."
Axaftinên karbidestê Amerîkî di demekê de tên ku Amerîka kempeyneke nû ya sizayên aborî û dorpêça darayî li ser rejîma Îranê diçespîne.