Scott Bessent: Em Rejîma Îranê Difetisînin

Scott Bessent United States Secretary of the Treasury

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Yekşemê got ku dê bihayên enerjiyê, ku niha di nav şerê Amerîka û Îsraîlê de bi rejîma Îranê re bilind dibin, di dawîya vê salê de dakevin.

Bessent di bernameya "Sunday Morning Futures" a Fox Business Network de got, "Bihayên petrolê piştî dawîbûna vî şerî dê pir kêmtir bin."

Bessent derbarê dorpêça Amerîkayê ya Tengava Hormuzê, anî ziman ku "em rejîmê difetisînin, û ew nikarin mûçeyên leşkerên xwe bidin. Ev dorpêçeke rastîn a aborî ye."

“Me fişar zêde kirîye li ser her kesekî ku hewil bide pereyan veguhêze Îranê ji bo alîklarîya Pasdaran. Ew dezgehên gendel in û bi salan e ku ew ji Îranîyan didizin, “ Bessent got.

Wezîrê Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku ew rê li dizîna pereyan digirin û dê wan ji bo xelkê Îranê biparêzin.