Bessent: Welatên Kendavê Dê Agahdarîyê ser Hesabên Bankî yên Karbidestên Îranê Bidin

Scott Bessent, Wezîrê Xezîneya Amerîkayê.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku Amerîka bi hevalbendên xwe yên Kendavê re hevkarîyê dike da çalakîyên darayî û hesabên bankî yên karbidestên Îranî eşkere bike.

Di axaftinekê de îro Çarşemê li Enstîtuya Karûbarên Darayî ya Navneteweyî, Bessent da zanîn ku welatên Kendavê, yên ku ev 40 roj in rastî êrîşên Îranê tên, êdî ji bo parvekirina zanyarîyên bankî yên Îranê amade ne.

Bessent got ku “Ew welat bi xwe pir amade ne ku zanyarîyên li ser hesabên bankî yên endamên rejîma Îranê yên li welatên xwe bidin me.”

Karbidestê Amerîkî herwiha got ku “Emê bi bankan re, tevî bankên Çînî, têkilî danîn da ku bînin bîra wan ku bazirganîya her celebê kelûpelên Îranî qedexe ye. Emê bidin zanîn ku cezayên li ser bikaranîna dolaran dê werin sepandin û eger ev binpêkirin berdewam bikin, em amade ne ku gavên hîn tundtir ji bo sepandin cezayên nû bavêjin.”

Wezareta Xezîneyê berî niha hişyarî dabû sazîyên darayî yên cîhanî ku ewê “hemû amûr û desthilatên di destê xwe de” bikar bîne û amade ye “cezayên duyemîn” bisepîne.

Cezayên duyemîn wan alîyan dikin armanc ku ligel kes an sazîyên di lîsteya reş a cezayan de ne bazirganîyê dikin.