Sê Balafirgehên Îraqî Geştên Îranî Rawestandin

Firokxaneya Navnetewî ya Celal Talebanî li Silêmanîyê

Li Îraqê, balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ji roja Înê ve geştên esmanî yên Îranê rawestandin, du çavkaniyan ji Ajansa Reutersê re got, ev yek pêkhat piştî ku balafirgehên din yên Îraqî di despêka vê hefteyê de, heman gav avêtin.

Li gorî çavkaniyan û medyaya dewletê, ev gav tê wateya ku geştên ji bo Îranê û ji Îranê li her çar balafirgehên Iraqê yên ku firîn li wan dihatin kirin – Bexda, Necef, Hewlêr û Silêmaniyê- hatine rawestandin.

Ajansa nûçeyan a dewleta Îraqê berî vê di roja Înê de rawestandina firînan li Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ragihand.

Beriya vê hefteyê, du çavkaniyên cuda ji Reutersê re gotin ku Îraqê ji despêka roja Çarşemê ve ji Desteya xwe ya Firokvanîyê ya Sivîl re ferman da ku firînên Îranê ber bi balafirgeha Bexdayê ve rawestîne.

Çavkaniyan gotin ku wê demê hikûmetê gptûbêj dikir derbarê guhertina firînên Îranê ji Bexdayê ber bi Necefê ve.

Wek tê zanîn ku Amerîkayê sizayên tund danîne ser Îranê û fişar li ser her alî yan welatî jî heye ku serderîya aborî û bazirganî bi çî awayî nabe bi Îranê re were kirin.