Bi Dehan Mesîhî ji Layê Polîsê Çînî ve Hatin Girtin

Bi Dehan Mesîhî ji Layê Polîsê Çînî ve Hatin Girtin

Endamên dêreka Mesîhîyên evancelîkal dibêjin, bi dehan Mesîhî roja Yekşembî ji layê hêzên polîsê Çînî ve hatin girtin, piştî rêberên wê dêrê guhê xwe neda fermana hikûmetê û di rêûresmekê de cejna Qîyame pîroz kir.

Dîdevan dibêjin, hêzên polîsî bi kêmî 30 Mesîhîyên ser bi dêra Şûwang li meydaneka bakûra Beijingê girtin.

Li gor qanûna Çînê, pêdivî ye ku hemû dêr û cihên olî bi fermî destûrê li hikûmetê wergirin. Dêra Şûwang bêy destûrê hikûmetê hatibû damezirandin.