Bi Hezaran Kes Jiber Gefa Avrabûnê ji Başûra Pakistanê Direvin

Li demê ku avrabûn gefê li başûra Pakistanê dike, bi hezaran kes ji parêzgehên Puncab û Sind, ku pirserjimartirîn parêzgehên Pakistanê ne, yêt revin.

Avrabûn ku deverên bakûra rojava wêran kiriye, bû egera kuştina pitir ji 1,500 kesan û rêk û pir û xanî digel xwe birîne. Wêranî hind mezin e ku bitenê bi helîkopteran digehine gelek deveran.

Serokê rêkxistîya karûbarên mirovanî ya Netewên Yekgirtî li Pakistanê, Manuel Bessler, dibêje pitir ji çar milyon kes di ber karesata mezin ya Pakistanê de keftîne.

Karbidest li parêzgehên Puncab û Sind bizav kirin ku pitir ji 500,000 kesan bi qayik û helîkopteran veguhêzin.

Rexne li hikûmeta Pakistanê hatîne girtin ku weku pêdivî bi lez bersiva vê malwêraniyê neda ye.

Kerbidest dibêjin roja Pêncşemî bi kêmî ve 20 kes li Keşmîra bin kontrola Pakistanê hatine kuştin demê otobosek keftîye di rûbarekî de ku jiber avrabûnê çêbû ye.

Jiber avrabûnê, dexl û dan û erdên çandinê jî ji nav çûne ku renge bibin sedema kêm bûna xarinê. Bernama Xarinê ya Cihanî (WFP) ragehand ku nizîkî du milyon kesan demûdest pêdivî bi xarinê heye.