Bi Sedan Lîbyayî Xwenîşandanê li Dijî Hikûmetê Dikin

Serokê Lîbî Mu'emer Qezafî.

Bi sedan Lîbyayî li bajarê Binxazî xwenîşandan li dijî hikûmetê kirin û rêberên Lîbyayî şermezar kirin.

Her wiha şer û pevçûn di navbera polîs û xwenîşanderan de çêbûn. Li gor rojnameka Lîbyayî, 14 kes birîndar bûn.

Dîdevan û ajansên nûçeyan radigihînin ku xwenîşander şeva Sêşembî heta Çarşembî li pêş avahiyeka parastinê kom bûn û daxwaza azad kirina berevankarekî dikir.

Medyaya Lîbyayî ragihand ku ew berevankar hat berdan, belê xwenîşandan berdewam bûn û sloganên li dijî hikûmetê hatin bilind kirin.

Belê Medyaya ser bi dewletê ragihand ku piştevanên hikûmetê li Binxazî, Terablusa paytext û bajarên din xwenîşandanê dikin.

Rêberê Lîbyayî Mu'emer Qezafî li sala 1969 û piştî darbeya leşkerî, desthilat kontrol kir.