Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê berî ku biçe hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, got ku ewê nêrînên xwe yên li ser "helwestên" Îsraîlê yên li ser danustandinên Amerîka û Îranê pêşkêşî Trump bike.
Ev heftemîn serdana Netanyahu ye her ji dema serkeftina Trump di gera duyemîn a hilbijartinên seroktîya Amerîkayê de. Serdana wî hevdem e bi gera yekem a danustandinên di navbera Tehran û Washingtonê de li Mesqetê paytexta Omanê.
Berî serokwezîrê Îsraîlê siwarî firokê bibe, wî ji rojnamevanan re got ku ew berî ku li ser mijarên wekî Gezayê û herêmê bi Trump re biaxive, ewê li ser hevdîtinên Îran û Amerîkayê yên li Omanê biaxive.
Netanyahu got, helwestên ku ewê bi Serok Trump re danustandinan bike "ne tenê ji bo Îsraîlê ne, lê ji bo her kesê li cîhanê ku aştî û ewlehîyê li Rojhilata Navîn bixwaze."
Serdana Netanyahu di demekê de tê ku Serokê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî dê serdana Oman û Qeterê bike.
Medyaya Îranê hevdîtinên Omanê wekî erênî û avaker dibîne.