Serokê Berê Joe Biden Sersaxîya Koça Dawî ya Graham Kir

U.S. Senator Lindsey Graham (R-SC) speaks to the media in Kyiv

Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden di peyamekê sersaxîya koça dawî ya Lindsey Graham kir.

Biden di postekê de li ser platforma X’ê got, “Ez û Jill ji ber koça dawî ya ji nişka ve ya Lindsey Graham şok bûn.”

Serokê berê anî ziman ku, “Min û Lindsey zêdetirî deh salan di Kongresê de bi hev re xizmet kir û di nav salan de li ser gelek mijaran ji nêz ve xebitî. Em wekî endamên komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê bi hev re li çaralîyê cîhanê geriyan. Me gelek caran, û carinan jî bi dengekî bilind, li hev nedikir.”

“Min û Lindsey li ser girîngîya kûr a xizmeta giştî li hev kir. Mîna min, wî jî ji Senatoyê wekî sazîyek hez dikir, tevî hemî kêmasî û tevliheviyên wê,” Biden got.

Serokê berê yê Demokrat anî ziman ku “Ji bo malbata wî, karmendên wî, hilbijêrên wî li Karolînaya Başûr û her kesê ku jê hez dikir: Ez û Jill ji we re duayan dikin.”