Serokê Amerîka Joe Biden îro Şemiyê serdana penaberên Ukraynayê li Polendayê kir û li gel wan axivî.
Wî di kombûna xwe ya li gel penaberên Ukraynî de li Warsoya paytext hevtayê xwe yê Rûsî wek “qesab” bi nav kir.
Biden di Twitekê de got:
“Min îro piştî nîvro serdana penaberên ku reviyane Polendayê kir. Ne pêwîst e hun zamanên hev bizanin da tu hest bi sozên di çavên wan de bikin. Ez dixwazim dostê xwe Chef Jose Andres û tîma wî û her wiha xelkê Warsow bikim ku dilê xwe ji bo alîkariyê vekirin.”
Di bersiva pirsekê de piştî kombûna bi penaberan re Biden li ser Putin got: “Ew Qesab e”
Biden guman kir ku Rûsya di şerê dijî Ukraynayê de tenê balê bide ser kontrolkirina herêma Donbas li gor ku Rûsan nîşan dabû.
Wî got ew ne piştrast e ku Rûsya stratejiya xwe li Ukraynayê guherandibe.
Tê zanîn serok Biden îro li Polendayê bi berpirs û penaberên Ukraynî re kom bû û piştgiriya Amerîka ji bo wan anî ziman.