Biden û Erdogan li Endonezya Ser Êrîşa Stenbolê Axifîn

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Balî ya Endonezya kom bûn.

Kombûna Biden û Erdogan di çarçoveya Hilcivîna G20 de çêbû.

Qesira Sipî, ser civîna Biden û Edogan bi daxuyanîyekê got ku Biden bo peqîna li Stenbolê ji Erdogan re sersaxî xwestiye û daye zanîn ku ew ligel Tirkîyê ne.

Biden bo hewildanên Tirkîyê yên bo derxistina dexilûdanên li Ukrayna spasîya Erdogan kiriye.

Her du rêberan ser domandina peywendîyên bo mijarên herêmî û cîhanî hevbîr bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku karbidestên Amerîkî ser peqîna li Stenbolê sersaxî xwestibûn, lê Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu gotibû ku ew sersaxîya Amerîka qebûl nakin.