Serokê Amerîka Joe Biden îro biryarek îmza kir ku hejmara penaberên ku Amerîka wergire di 15,000î de bihêle.
Di bîragiştîya Amerîkî de û di nava rêxistinên mafparêz de bendewarî hebûn ku Biden hejmara îsal bike 62,500.
Li gor biryara Biden 7,000 penaber ji Afrîqa, 1,000 ji Asyaya Rojhilat, 1,500 ji Ewrupa û Asyaya Navîn, 3,000 ji Amerîkaya Latîn û Karayîban, 1,500 ji Asyaya Nêzîk û Asyaya Başûr dê werin wergirtin.
Dîsa hezar kesên mayî jî ji cîhên dervayê wan şûnên dîyarkirî bin.