Biden Berevanîya Biryara Ser Vekişîna ji Afganistanê Dike

Serokê Amerîka Joe Biden ser bûyerên li Afganistanê bê ku bernameya xwe ya li Camp David temam bike, roja Duşemê serê sibê vegerîya Qesira Sipî.

Biden bi saeta Washingtonê li dora 16:00 derbazî pêş kamerayan bû û ser rewişa Afganistanê axifî.

Wî da zanîn ku ew bûyerên li Afganistanê ji nêz ve dişopînin û berevanîya biryara ser vekişandina leşkerên Amerîkî kir.

‘’Em bi qasî 20 salên berê çûn Afganistanê. Li vê derê me bi awayekî zelal armanc dikir ku em kesên êrîşî me dikin bigirin.’’ got Biden û dîyar kir ku wan zarareke cidî daye kapasîteya El-Qaydê û rêberê wê Usama bin Ladîn kuştiye.

Serok Biden da zanîn ku li Afganistanê armanca wan ti car nebûye avakirina neteweyekê û ne ku ew bo çêkirina sîstemeke demokratîk çûne wî welatî.

Biden da zanîn ku li Afganistanê armanca wan ya sereke astengkirina êrîşên terorî yên dijî Amerîka bûye û çawa ku dema ew cîgirê serok bûye jî dijî zêdekirina leşkerên Amerîkî rawestîye îro jî ew dijî wê disekine.

Wî dîyar kir ku metirsîya teror çêdike xêncî Afganistanê, li welatên wek Somalî û Sûrîye jî çêbûye.

Serok Biden bi bîr xist ku Amerîka li wan welatan û li Afrîqa jî dijî terorê operasyonan li dar dixe û bal kişand li wan deran leşkerên Amerîkî bi awayekî mayînde nesekinînîne.

Biden got ku ger hewce be ewê li Afganistanê jî operasyonên wisa çêkin.

Joe Biden da zanîn ku dema ew hatiye ser kar, ew li gor peymaneke ku di dewra Serokê berê Donald Trump de hatiye îmza kirin tevgerîye ku li gor wê peymanê leşkerên Amerîkî dê di 1’ê Gulanê de ji Afganistanê derketana.

Wî got ku li pêş wî yek tevgera li gor peymanê yek jî jinûve şerkirina dijî Talîbanê du rê hebûne û wî nexwestiye bi hezaran Amerîkîyan jinûve bişîne cengê.

Serokê Amerîka dîyar kir ku sîyasîyên li Afganistanê ji welêt revîne, artêşa wî welatî hilweşîye û got ku divê leşkerên Amerîkî di rewişeke wisa de şer nekin.

Biden da zanîn ku Amerîka bo Afganistanê pirtir ji 1 trîlyon dolar pere xerc kiriye, artêşa Afgan perwerde kiriye, artêşeke bi 300,000 leşker çêkiriye û kelûpelên leşkerî daye wê û dîyar kir ew artêş ji gelek artêşên NATO mezintir e.

‘’Me çi hewcedarîya wan hebû da wan, lê me nikaribû îradeya şerkirinê ya bo siberoja wan bida wan.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku di rewişeke wisa de ew saleke din jî bîst salên din jî li Afganistanê bimane ewê ti guherîn çênebûya.

Serok Biden da zanîn ku wan bi awayekî ewle balyozxaneya xwe ya li Kabulê girtiye, dîplomatên xwe derxistine û dîyar kir ku ew dê piştgirîya bo gelê Afgan bidomînin.