Serokê Amerîka Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu re axifî.
Biden ji Netanyahu re da zanîn ku ew piştgirîya agirbesta Îsraîl û Filistînê dike.
Qesira Sipî ser axaftina Biden û Netanyahu ragihand ku Amerîka bi Misir û welatên din re ser agirbestê danûstandinan dike.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden ji Netanyahu xwestiye ku bo berevanîya sîvîlan çi ji dest wan were bikin û her du rêber ser operasyonên leşkerî yên dijî Hamas û komên din jî peyivîne.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî bang li Îsraîlê kir ku dijî sîvîlan êrîşan li dar nexe, lê bal kişand ku Hamas dijî operasyonan sîvîlan bikar tîne û got ku ew rewiş jî fikaran çêdike.
Herwiha Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî ji Netanyahu xwest ku dawî li pevçûnan bîne û dîyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku dijî êrîşan berevanîya xwe bike.
Xêncî wan welatan, Fransa û Misir jî jiber pevçûnên Îsraîl û Filistînê banga agirbestê dikin.