Biden Soza Azadkirina Îranê Dide

Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden do Pêncşemê soza azadkirina" Îranê da û got ku xwepêşenderên ku dijî hikûmeta wî welatî serî rakirine wê di demeke nêz de azadîya xwe ava bikin.

"Xem nekin, emê Îranê azad bikin. Ewê xwe di demeke pir zû de azad bikin," Biden got.

Biden ev daxuyanî di axaftina xwe ya bo hilbijartinên 8’ê Mijdarê li li Koleja MiraCosta ya li nêzî San Diego, eyaleta California li pêş piştgirîyên xwepêşanderên li Îranê da.

Biden gotinên xwe berfireh nekir û dîyar nekir ku ewê bo azadkirina Îranê çi kiryaran bike, yan çi gavan bavêje.

Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî heya niha bersîv nedaye daxwaza şîrovekirinê ya axaftina Biden.

Herî dawî Amerîka roja Çarşemê got ku wê hewl bide ku Îranê ji Komîsyona Statuya Jinê (CSW) ya Neteweyên Yekbûyî ya bi 45 endamî derxîne;jiber înkarkirina mafên jinan ji hêla hikûmetê ve û eciqandina hovane ya xwepêşandaneran.

Îran dest bi serdemeke çar-salî ya di CSW de dike, ku her sal di meha Adarê de dicive û armanc dike ku wekhevîya zayendî û bihêzkirina jinan pêş bixe.

Li Îranê ev 7 heftene xwepêşandanên girseyî bênavber didomin ku di 16ê Îlonê de piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya di bin desteserkirina polîsan de destpê kirine.

Hin çavder xwepêşandanên li Îranê wek nerazîbûna giştî ya ciwanên Îranî ya hemberî desthilatdarîya rêberên olî dinirxînin.