Rêvebîrîya Biden do Pêncşemê biryar da ku Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Selman (MSB) di doza kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî de xwedî parêzbendiya dîplomatîk e û ew ji darizandinê bêpar e.
Dîmeneke rojnamevan Cemal Xaşiqcî
Xaşiqcî di Cotmeha 2018’an de li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê ji alîyê sixûrên Saudî ve hat kuştin û termê wî hat perçekirin.
Îstixbarata Amerîkî bawer dikir ku Xaşiqcî bi fermana Prens Mihemed hatiye kuştin ku çend sal in qiralê defakto yê wî welatî ye.
Parêzerên Wezareta Dadê dîyar kir ku şaxê cîbicîkar yê hikûmeta Amerîkî (Rêvebirîya Biden) biryar daye ku " tawanbar bîn Selman, wek serokê hikûmeteke biyanî, jiber parêzbendîya serokê dewletê ji darizandina li dadgehên Amerîkî bêpar e. "
Destgira berê ya Xaşiqcî, Hatîce Cengîz biryara Rêvebîrîya Biden ji ser Twitterê şermezar kir û got ku "Cemal îro dîsa mir."
Hatîce Cengîz dîyar kir ku "me bawer dikir ku li Amerîka bo dadmendîyê çîrûskekê derkeve, lê dîsa dirav di pêş de hat."
Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Saudî îro Înê bersîv neda daxwaza Reutersê ya şîroveyê.
Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî Ned Price bi daxuyanîyeke nivîskî berevanîya biryara Revebirîya Biden kir.
"Ev biryareke qanûnî ye, ku ji alîyê Wezareta Derve ve li gor prensîbên qanûnî yên navneteweyî yên demdirêj û baş hatine damezrandin, hatiye dayîn."
Prîce dîyar kir ku ti tekilîya biryarê bi bingeh û naveroka doze tuneye.
Di belgeyeke ku ji Dadgeha Hereme District of Columbia ya li Washington re hatiye şandin de, parêzgerên wezareta dadê nivîsand ku li gor "xala parêzbendîya serokê dewletê di hiqûqa navneteweyî ya ku baş hatiye damezrandin."
Li gor ragihandina karbidestekî, Qiralê Erebistana Saudî Selman di Îlonê de bi biryarnameyekî Prens Mihemed wek Serokwezîr destnîşan kiriye, ku jixwe wî ew kar dikir.
Parêzerên Prens MSB di 3’ê Cotmehê serî li herêmî ya federal li Washingtonê kirin ku doz were betal kirin.
Wan gotin ku "Sîstema Qiraliyetê ti gumanê nahêle ku Prensê Cîgir MSB li gor statuyê xwe, mafdar ku parêzbendîyê wergire," ku dozên din ku Amerîka, biryara parêzbendîya dîplomatîk bo serokê dewleteke biyanî daye.
Ji alîyê din, Serok Joe Biden dihat rexne kirin jiber ku wî di Tîrmehê de serdana Erebîstana Saudî kir û bo nîqaşkirina enerjî û ewlehîyê bi Prensê Cîgir MSB civîya.
Qesra Spî ragihand ku Biden ji Prensê Cîgir MSB re gotiye ku ew, wî berpirsê kuştina Xaşiqcî dibîne.
Prensê Cîgir MSB di serî red kir ku wî fermana kuştina Xaşiqcî daye, lê piştre qebûl kir ku kuştin "di bin çavdêrîya min de" pêk hatiye.i
Hevbendîya demdirêj di navbera her du welatan de di Cotmehê de aloz bû; dema ku biryara koma hilberînera petrolê OPEC + ya bi rêberîya Erebistana Saudî ya kêmkirina hilberîna petrol, di navbera Qesra Sipî û Riyadê de şerekî devkî destpê kir.