Qesira Sipî: Biden û Netanyahu Ser Xurtkirina Hevkarîya Berevanîyê Axifîn

Arşîv, 2016

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêka telefonê axifîn.

Hin şirovekarên sîyasî gotibûn jiber ku Biden axaftina bi Netanyahu re paş dixe, ewê peywendîyên Amerîka û Îsraîlê ne wek yên dema seroktîya Donald Trump bin.

Trump di sala 2017’an de du rojan piştî bûbû serok bi Netanyau re peyivîbû.

Biden di 20’ê Rêbendanê de hatibû ser kar, ew bi hin rêberên din yên cîhanê re axifîbû û di wan de nebûna Netanyahu bal kişandibû.

Qesira Sipî di rojên borî de dîyar kiribû ku Biden ji Rojhilata Navîn berê bi Netanyahu re bipeyive.

Serok Biden li Qesira Sipî dîyar kir ku wî bi Netanyahu re ‘’axaftineke rind’’ kiriye.

Qesira Sipî bi daxuyanîyeke dîyar kir ku Biden ji Netanyahu xwestiye ku ew hevkarîya berevanîyê xurttir bikin û ew dixwazin ewlekarîya Îsraîlê domdar be.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden herwiha dîyar kir ku ew piştgirîyê dide normalbûna peywendîyên Îsraîl û dewletên Misilman û Ereb.

Ofîsa Netanyahu jî ragihand ku her du rêber bi qasî saetekê ser Îranê, û peywendîyên Îsraîl û welatên Ereb peyivîne.