Biden: Putin Dikare Çekên Bîyolojîk yan Kîmyayî Bixebitîne

President Joe Biden speaks at Business Roundtable's CEO quarterly meeting, Monday, March 21, 2022, in Washington.

Serokê Amerîka Joe Biden got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ketiye tengahîyê û ew dikare li Ukrayna çekên bîyolojîk yan kîmyayî bixebitîne.

Biden bi rêberên kompanîyên Amerîkî re li maseya girover kom bû.

Wî dîyar kir ku her ku rewişa Putin xirab bibe ewê berê xwe bide rêbazên girantir.

Putin jî îdia dike ku di destê Kîevê de çekên kîmyayî hene, lê Biden dibêje rêberê Rûs jiber ku difikire ku bi çekên kîmyayî yan bîyolojîk êrîş bike wisa dibêje.

Serok Biden piştrast kir ku Rûsya muşekên hîpersonîk bi kar anîne.

Biden got ku rawestandina wan muşekan hema bêje ne pêkan e û Putin jiber hin sedeman ew bi kar anîne.

Rûsya di dawîya hefteyê de îdia kiribû ku wê muşekê hîpersonîk firandiye Ukrayna.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ew îdia bi awayekî serbixwe piştrast nekiribû.

Serok Biden dîyar kir ku Rûsya dijî Amerîka hazirîya êrîşeke sîberî dike.

Biden bang li rêberên kompanîyan kir ku bala xwe bidin ser ewlekarîya sîberî û tedbîrên xwe xurt bikin.