Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku hîn ti plana Serok Joe Biden bo serdana Ukrayna tune.
Psaki da zanîn ku her çiqas pir dixwaze serdana Ukrayna bike jî hîn ti plan çênebûye.
Seroka Civata Nuneran Nancy Pelosi di dawîya hefteyê de bi awayekî surprîz serdana Ukrayna kiribû.
Xanim Psaki dîyar kir ku Qesira Sipî dê çavdêrîya ser rewişa Ukrayna bidomîne.
Wê da zanîn ku rêvebirîya Biden dixwaze balyozxaneya xwe ya li Ukrayna jinûve veke û dîplomatên xwe bişîne wir.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Rûsya bo kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê Amerîka û welatên Rojava tevgerên Moskowê yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin.