Bizavên Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî

Bizavên Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî

Jibo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê’ li b pêşengîya TZP Kurdî ve li Dîyarbekirê meşek hat li darxistin. Meşa ku bi dirûşma ‘"Zimanê me hebûna me ye, hebûna me vîna me ye" hat li darxistin, bi beşdarîya hezaran, ji taxa ofîsê destpêkir heta ber Gerînendeya Perwerdehîyê ya Dewletê.

Di meşê de parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Dîyarbekirê M. Alî Aydin, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'a Dîyarbekirê Abdullah Karahan û gelek nûnerên sazîyên sivîl jî amade bûn

Piştî meşê rêveberê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk, di derbarê rojê da daxuyanîyek xwend. Ozturk dîyar kir ku di sedsala 21’emin de lêgerîna gelê Kurd a azadîya xwe û azadîya zimanê xwe, jibo dewleta Tirkîyeyê şermeke mezin e. rêvebirê KURDÎ-DER'ê da zanîn ku piranîya 194 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, li 113 welatan zimanên fermî ji yekê zêdetir e. Li Çînê 51, Hîndîstan 36, îran 8, Îraq 4, îtalya 11, li Filîpînan 17, Rusya 34, Efrîqaya Başûr 11, îspanya 5, îngîlîstanê 10, li Amerîkayê 8 zimanan bi awayekî fermî yan jî herêmî mafê serbestî û perwerdehîyê hatîye dayîn. Rifat Ozturk got “ gelo ji van welatan yek jiber polîtîqayên pir zimanîyê parçe bûne?”

Rifat Ozturk, anî ziman ku her tim kurdî bi ceza, qedexe û astengîyan tê rojevê û got: "Sîyasetvanên kurd ku xwestin parastina kurdî bikin lê rastî astengîyan hatin. Dîsa qedexe û cezayên li ser rojnameya Azadîya Welat kêm nebûn. Li Midûr û Xwedeyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadîya Welat Vedat Kurşun 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Dîsa li Ozan Kilinç 27 sal, li Emîne Demîr 138 sal ceza hatin birîn. Her wiha dîsa gelek sîyasetmedarên kurd jiber axaftinên bi kurdî rastî cezayan hatin” Rifat Ozturk destnîşan kir ku ev helwesta dewletê ya li hember gelê kurd û zimanê kurdî bêrûmetîyeke mezin e.

Rêvebirê KURDÎ-DER'ê di dawîya daxuyanîyê da got ku gelê kurd heta ku hemû mafên wî yên rewa yên welatîbûnê di qanûna bingehîn da mîsoger bibin û ji dayîngehê heta zanîngehê mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê bidest bixe, dê tekoşîna xwe ya mafdar û rewa bidomîne.

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, jî da zanîn ku dewletê gelek peymanên navnetneweyî îmze kirîye lê ev neketine merîyetê. Geylanî got dewlet bi van kirinan zagon û peymanê xwe îhlal dike

Ji alîyê dinêva di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê’ de li Dîyarbekirê ji alîyê Navenda Çand û Hunerê ya Çirayê jî panelek hat li darxistin. Nivîskar û pedagog Ramazan Pertev got ku kêşeya ziman an jî perwerdeyê ne kêşeyên bi serê xwe ve ne. Ji van her yekan serê şaxekê kêşeya navendî nin û pêve girêdayî nin. Çareserîya mayînde bi her awayî girêdayî çareserîya sîyasî ye. Pertev got “Îroj kêşeya navendî meseleya statûya miletê Kurd e. Mirov dikare bêje ku statûkoya niha ber bi parçebûnê ve diçe. Lingê Başûr ya statûkoya niha şikest û dîyar e ku ev parçebûn dê tenê bi tixûbên başûr ve nemîne. Sedema şikestina statûkoya niha çi dibe bila bibe ev rastî hene ku tu kes nikare înkar bike.”

Ramazan Pertev destnîşan kir ku Kurd miletek in û di cografya xwe ya dîrokî ya bi navkirî de bi hezar salan e hene. Xwedî zimanek serbixwe û xwedî kulturek taybet in ku ji neteweyên cîranên xwe cuda nin. Hingê wekî dewletek serbixwe endamtîya wan ya Neteweyên Yekbûyî, mafê wan îya xwezayî û meşrû ye. Pertev got li gorî peymanên navnetewî ev maf ne qanûnî ye. Çunkî Neteweyên Yekbûyî çar parçebûna Kurdistanê bi peymanên xwe tesdîq kirîye û her wiha cografyayek bi navê Kurdistanê qebûl nekirîye û vê axê wekî malê çar dewletan tescîl kirîye.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Zulkuf Mavlav jî di gotara xwe de di dîroka Tirkîyeyê da rewşa zimanê Kurdî nirxand. Mavlav da zanîn ku di serdema Osmanîyan heta Komara Tirkîyeyê kurd û kurdî rastî û asîmilasyonê hatîne. Mavlav dîyar kir ku her ziman xwedî ramanekî neteweyî ye û her ziman jibo neteweyek mejûyek amade dike.