Wezîrên Derve yên Amerîka û Almanya Serdana Rojhilata Navîn Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê derbazî Tirkîyê bû.

Blinken ji şerê dawî ya Hamas û Îsraîlê vir ve, ku sê mehên berê destpê kiribû, cara çaran derdikeve gera li Rojhilata Navîn.

Çaverê ye Blinken sibê Şemîyê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li ber e ku Blinken piştî Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibe.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî wê jibo danûstandinên ser şer roja Şemîyê here Îsraîlê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya Sebastia Fischer dîyar kir ku Baerbock wê li Îsraîlê bi hevtayê xwe Israel Katz re bicive.

Baerbock wê bi Serokê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abbas re danûstandinan bike.

Piştî danûstandinên li herêmê Baerbock wê here Misir û Lubnanê.

Li gor ragihandina Fischer, Baerbock wê ser rewşa mirovahî ya li Gaza û Kenara Rojava, girjîya li sînorê Îsraîl û Lubnanê û dîlên di destê Hamasê de danûstandinan bike.

Jêder: AFP